Navê Hîndistanê bû “Bharat”

Di Lûtkeya Serokên G20an de ku li Delhîya Nû hat lidarxistin, li şûna Hîndistanê navê “Bharat” hat bikaranîtin.

Ekleme: 10.09.2023 11:40:36 / Güncelleme: 10.09.2023 11:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di Lûtkeya Serokên G20an de ku bi mazûvanîya Hîndistanê ve hat lidarxistin de, di navê welat a li pêşîya Serokwezîr Narendra Modi dihat nivîsandin de “Bharat” hat nivîsandin.

Serokwezîr Modî, di axavtina xwe ya ji bo vekirina G20 kir de navê Bharatê bikaranît.

Ji Partîya Desthilatdarê Harnath Singh Yadav, diyar kiribû ku navê “Hîndistanê” ji teref Îngîlîzan ve ji wan re hatîye dayîn, navê “Bharat”ê jî nîşana kevneşopîya wan e. (ÎLKHA)