Dest bi komkirina fistiqan hat kirin

Li Êlihê dest bi komkirina fistiqên ku di demên dawîn de bûye hilberîna herî muhîm a çandinîyê dest pê kir, lê ji ber hewaya germa zêde îsal di randimanê de kêmbûneke ciddî heye.

Ekleme: 07.09.2023 16:20:35 / Güncelleme: 07.09.2023 16:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komkirina fistiqan yê ku li bajar qezenceke zêde dihêle û ji bo cotkaran hilberîna herî guzîdeye dest pê kir.

Fistiqa ku wek ‘Zêrê Kesk’ tê zanîn, îsal ji ber germahîya zêde di rekolteyê de kêmbûn heye.

Serokê Yekîtîya Cotkarên Fistiqan yê Êlihê Hîfzullah Akdaş, ji ÎLKHAyê re got ku îsal komkirina fistiqan dest pê kirîye.

Akdaş diyar kir ku li Êlihê di 120 hezar donim de fistiq hatine danîn, ji ber nexweşînên ji hewaya germ çêbûne îsal wek ku ew dixwazin bidestnexistine.

“Em 10-11 hezar ton rekolteya Fistiqan hêvî dikin”

Akdaşê ku destnîşan kir ew îsal di fistiqan de ji sedî 30 kêmbûnê texmîn dikin weha got, “Li Êlihê di 120 hezar donim erd de fistiq hatine danîn. Ji vana jî ji sedî 35-40ê wan di merhaleya randimanê de ye. Me îsal 15 ton randimana fistikan hêvî dikir lê mixabin ji ber herwaya germa zêde hilberînên me ji sedî 30 kêm bûne, ez wisa texmîn dikim ku ew ê îsal 10-11 ton fistiqan bidestbixin.”

“Ji ber germahîya zêde nexweşî çêbû”

Akdaş got ku komkirina fistiqan nêzê mehekî berdewam dike, “Komkirina fistiqan hê nû dest pê kir. Ji ber germahîya zêde nexweşî çêbû. Di heban de şewat pêk hat û dûre jî hebên ku ketine xwarê hene. Ji ber vê yekê îsal ew ê mehsûl kêm be.”

“Gerek ji erdên çandinîyê re fistiq neynê danîn”

Akdaş bal kişand ku cotkaran di demên dawîn de berê xwe ji danîna fistiqan re dane weha got, “Em ji cotkarên xwe re pêşniyaz dikin ku bira fistiqan li erdên çandinîyê daneynin, bira li daristanan dêynin. Em dixwazin ku çandinîyekî bi şiûr çêbikin. Bira qethîyen di erdên çandinîyê de fistiqan daneynin.”

“Herî kêm bira desteka amûr û eşyayan bidin”

Akdaş diyar kir ku kîloya fistiqan di navbera 240 û 280 lîreyî de vedigere, “Bi rastî jî fistiq kareke gelek bi zehmet e. Ji be ku salik 12 meh eleqeyê dixwaze dibe ku fîyet jî zêde were lê ew ne wisakî ye. kedkarîya wî heye. Dermanê wî, zibila wî gelek baha ye. Destekeke dewletê jî tineye. Madem destek tineye herî kêm bira ji cotkaran re desteka amûr û eşyayan bidin.”

Akdaş îfade kir ku ew ê di salên pêş de danîna fistiqan zêde bibe, bi xêra fistiqan ew ê hewce nebîne ku ciwan biçin rojavayê û li wê derê bixebitin. (ÎLKHA)