Bombeyê desta ya ku bîrva kirin û di wesayîta wan de teqîya: 4 mirî 2 birîndar

Li Ekvadora ku welatê Emrîqaya Başûr e, endamên çeteyekî yên ku êrîşî malekî dikirin û bombeyê destan yê ku dixwestin bavêjin, bîrva kirin û di nav wesayîta ku pê revîyan de teqîya.

Ekleme: 07.09.2023 12:05:30 / Güncelleme: 07.09.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li wîlayeta Santo Domingo de los Tsachilasa welat pêk hat.

Endamên çeteyê ên ku derheqê nasnameyên wan de ti agahîyek nehat dayîn, bi çekan êrîşî malekî kirin.

Bombeyê destan ku endamên çeteyê pîma wî kaşkirin û bîrva kirin ku bavêjin di nav wesayîta wan de teqîya.

Di encama teqîna bombeyê de 4 endamên çeteyê ji cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku bûyer di 2yê Îlonê de pêk hatîye. (ÎLKHA)