Li Entabê endamê tenduristîyê ji 15 cîhan hat kêrkirin

Kesekî li Nexweşxaneya Tetbîqkirin û Lêgerîna Şahînbey a Entabê, endamê tenduristîyê ji 15 cîhan kêr kir û wî giran birîndar kir.

Ekleme: 07.09.2023 11:50:32 / Güncelleme: 07.09.2023 11:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di Nexweşxaneya Tetbîqkirin û Lêgerîna Şahînbey a Entabê de pêk hat.

Li gorî îddayan kesekî yê ku hat nexweşxaneyê, bi endamekî tenduristîyê ku bi hesaba di navbera wan de neyartî hebûye re nîqaş kirîye. Li ser mezinbûna nîqaşê wê mirovê, bi kêra ku bi xwe re anîtibû endamê tenduristîyê kêr kir.

Endamê tenduristîyê yê ku ji 15 cîhên cuda hat kêrkirin di nav gola xwînê de ma.

Mirovê êrîşdar, ji teref polêsê nexweşxaneyê ve hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku rewşa endamê tendristîyê giran e û di heman nexweşxaneyê de hatîye emelîyatkirin. (ÎLKHA)