Serokkomarê Gabonê Alî Bongo hat berdan

Serokkomarê Gabonê Alî Bongo yê ku piştî derbeya ku di 30ê Tebax de li Gabonê hatibû lidarxistin hatibû bidestxistin hat berdan.

Ekleme: 07.09.2023 11:15:28 / Güncelleme: 07.09.2023 11:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bireveberîya leşkerî ya bi navê “Komîteya Restorasyon û Derbasîya Sazîyan”, daxuyand ku Alî Bongo hatîye berdan.

Bongoyê ku rewşa wî ya tenduristîyê li ber çavan hatîye girtin hat destnîşankirin ku “ew cîhê ku dixwaze biçe dikare here”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin Bongo ger ku bixwaze ji bona tedawîyê biçe derveyê welat jî ew dikare biçe. (ÎLKHA)