Ciwanên erdhejzede di rêya umreyê de ne

Serokatîya Karên Dîyanetê, 752 xwendekarên zanîngehê yên ku li 11 bajarên ji erdheja 6ê Sibatê tesîrdar bûne rûdinên di çarçoveya “Projeya Mesulîyeta Civakî” de dişîne umreyê.

Ekleme: 07.09.2023 10:05:37 / Güncelleme: 07.09.2023 10:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di koordînasyona Midurtîya Giştî ya Xizmetên Umre û Hecê de koma ewil a di çarçoveya tûrên umreyê ku 7 roj tênê plankirin de ne birê ketin.

Ciwanan, ew ê di bernameya umreyê a 7 rojî de 3 rojên xwe li Medîneyê, 4 rojên xwe jî ew ê li Mekkeyê derbas bikin.

Hinek xwendekaran ew ê li Cîdeyê peya bibin û ji li wê derê biçin Mekkeyê, hinekên wan jî ew ê li Medîneyê peya bibin û ji li vê derê jî biçin Mekkeyê.

752 xwendekarên ku di bernameya umreyê de diçin umreyê ew ê di navbera 10-16ê Îlonê de ji welat re vegerin.

Serokatîya Karên Dîyanetê serê ewil ciwanên li herêma erdhejê plan dike ku bibe, lê dûre jî plan dike ku bi xêrê xêrxwazan ciwanên 81 bajaran dor bi dor bibe umreyê.

(ÎLKHA)