Pakistan, piştî şerên sînorê derê sînora Efxenistanê girt

Piştî şer û pevçûnên di navbera pasewanên sînorî yên Pakistanî û Afganî de, Pakistanê biryar da ku sînorên xwe bi Afganistanê re bigire.

Ekleme: 06.09.2023 18:05:34 / Güncelleme: 06.09.2023 18:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran got ku pasewanên sînorî yên Afganî û Pakistanî li bajara Xeyber Pakhtunkhwa gule berdan hev.

Rayedarên leşkerî û hikûmetê yên Afganî û Pakistanî gotin ku hewildanên ji bo kêmkirina rageşiyê berdewam dikin û Pakistanê sînorê xwe li bajara Xeyber Pakhtunkhwa girtiye.

Ev derî di navbera her du welatan de deriyê herî girîng e.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir destnîşan kir ku di navbera aliyan de şer derketiye û got ku ji bo careke din bûyerên wiha neqewimin operasyon dewam dikin. (ÎLKHA)