Ramanli li Sêrtê dikandaran zîyaret kir

Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li Sêrtê dikandaran zîyaret kir. ramanli got, “Malîyet û kirêya zêde, dikandaran dike nav zehmetîyên mezin.”

Ekleme: 06.09.2023 16:25:45 / Güncelleme: 06.09.2023 16:25:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê HUDA PARê û Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli li Sêrtê dikandaran zîyaret kir.

Ramanli pirsgirêkên esnafan gohdar kir û dûre daxuyanîyek da.

Ramanli di daxuyanîya we de weha got weha got:

“Dikandarên Sêrtê dibêjin ku riziq ji Xwedayê teala ye. Ew her tim şukir dikin. Lê belê rastiyeka wan jî heye ku zehmetiyan dikşînin. Maliyet zêde bûye. Bihabûneka fahîş heye. Di vî warî de şakî nin. Pirsgirêkên wan hene. Ew destekê dixwazin. Kirê jî zêde ye. Ji ber vê yekê dikandar dibêjin ku piraniya qezenca me ji kirê re diçe. Lazim e ku di vî warî de jî serastkirin û yan jî desteka kirê ji dikandaran re bê dayîn.” (ÎLKHA)