Yapicioglû: Piranîya pirsgirêkên ku em dijîn ji ber sîstemeke ku aîdê me tineye ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu  rojevê nirxand. Yapicioglû derbarê faîzê de weha got: “Faîz ne çareserîye. Yapicioglû derbarê qanûna esasî û pirsgirêka kûçikên beradayî û weşanên ku aîle û neslan xera dike de bangî mesûlan kir.”

Ekleme: 06.09.2023 15:50:56 / Güncelleme: 06.09.2023 15:50:56 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû li Qocaeliyê bi mensûbên medyayê re hat cem hevdû.

Yapicioglû derbarê lehîyên ku li Qirklarelî û Stenbolê rû dabû de axivî û weha got: “Di serî de Xweda rehma xwe li can dayînan bike û şîfa acîl bişîne ji birîndaran re.”

Yapicioglû îfade kir ku faîz ji bo ekonomiyê tu carî nabe çareserî û weha got: “Faîz tê bilindkirin. Ev yek qethiyen ne çareseriye. Lê belê hemwelatî li faîzê mêze nakin û ji bo wan tu mane îfade nake. Li debara xwe mêze dikin. Di vî warî de lazime ku çareseriyeka temel bê dîtin.”

Yapicioglû behsa zema maaşê kesên teqawîdbûne jî kir û weha got: “Temamî teqawîdbûnên ku 7,500 hezar lîre digrin rêyên me digrin û dibêjin ku em nikarin bi vê maaşî dabara xwe bikin. Lazime ku acîl ji bo wan çareseriyeka temel bê dîtin.”

Yapicioglû behsa kirêya zêde kir û weha got: “Meaşê esxerî û meaşê emekliyan qîmê kirê nake. Lazim e ku bi wesîleya tokiyê xanî bên çêkirin û ji bo kesên ku meaşê wan hindikin, îmkana texsîdên hindik bê dayîn.”

Yapicioglû behsa qanûna esasiya nû kir û weha got: “Lazim e ku di qanûna esasiya nû de butçeya dengeyê bê anîn. Lazime ku qontrol bê kirin û di warê maaşan de serastkirin bê anîn.”

Yapicioglû behsa pirsgirêkên kûçikên beradayî jî kir û got ku bila ev pirsgirêka ku dibe sebeba xisar û zirarên mezin û candayînan bê çareser kirin û rayedar ji vê yekê re çareserî bibîne.

Yapicioglû behsa xerakirina exlaqê civakê û bernameyên ku malbat û civakê hedef digre kir û weha got: “Lazim e ku RTÛK di warê bernameyên ku exlaqê civakê xera dike û malbat û neslan ji hevdû dixîne gavên giran bavêje û van bernameyan yasax bike.” (ÎLKHA)