Bûyer, di seatên êvarê de li herêma El Axvara ku li rojhilata Şerîaya Rojavayê ye pêk hat.
Li gorî medyaya Filistînê, Muhammed Yusuf İsmail Zebidatyê 17 salî, nêzê qûlibeya ku şênîyên îşxalkeran di nav de ne hat û bi çekan li alîyê hewayê gule reşand û revîya.
Li ser vêya leşkerên rejima îşxalkeran li pey wî ciwanî ketin. Ciwanê Filistînî di pevçûna ku bi leşkerên îşxalkeran re ket de şehîd bû û îşxalkerekî jî birîndar kir.
Medyaya mehellî diyar kir ku di seatên esrê de leşkerên îşxalkeran birayê Zebîdat û bavê wî jî desteserkirin. (ÎLKHA)