Walîtîya Stenbolê: 1754 xanî û dikan ji lehîyê avê tesîrdar bûn

Walîtîya Stenbolê, daxuyand ku li bajêr ji ber lehî û rabûna avê 2 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan birîndar bûn, 1754 xanî û dikan jî zerarê dîtin.

Ekleme: 06.09.2023 10:05:37 / Güncelleme: 06.09.2023 10:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Başakşehîr û Artnavutkoya Stenbolê baraneke tund tesîrdar bû.

Ji ber barîna barana zêde 2 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan jî birîndar bûn.

Li gorî diyarîyên ewil di encama lehî û rabûna avê de 1754 xanî û dikan zerarê dîtin.

Ji teref Walîtîya Stenbolê ve derheqê bûyerê de daxuyanî hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Li navçeyên bakurê Stenbolê di 5ê Îlona sala 2023yan de di derdorê seat 21.00an de baraneke tund tesîrdar bûye. Hat tespîtkirin ku ji metrekareyê re 125 kîlo baran ketîye xwarê û ji ber lehîya ku pêk hatîye jî li Başakşehîrê yek li Kuçukçekmeceyê 1 tevahî 2 kesan canê xwe ji dest dane, 12 kesan jî birîndar bûne. Tedawîya birîndaran jî li nexweşxaneyên ku hatine rakirin berdewam dike.

Ji ber lehî û rabûna avê hinek avahîyên xizmeta gel jî tesîrdar bûne. Di vê çarçoveyê de ji navenda banga lezgîn a 112yê re 1150, ji şaredarîyan re jî 2 hezar û 540 îxbara rabûna avê hatîye îxbarkirin. Ekîbên AFAD, îtfaîye, ÎSKÎ û xelaskirinê ya şaredarîyê li ser îxbaran çûn cîhê bûyerê û dest bi xebatê kirin. Xeyn ji wan ekîbên cenderme û ewlehîyê jî bi tevî îmkanên xwe dest bi xebatê kirine.

Li gorî diyarîyên ewil di encama rabûna avê de 1754 dikan û xanî tesîrdar bûne, welatîyên ku li wan cîhan asê  mane jî hatine xelaskirin. Ew ê hewcedarîyên welatîyên me yên ku ji lehîyê tesîrdar bûne jî wê di xanîyên mêvanan a gel û tesîsan de bên bicîhanîtin. Yekîneyên Kizilay û şaredarîyê jî bi meseleyê re eleqedar dibin.

Li Nexweşxaneya Dewlet a Başakşehîrê û Nexweşxaneya Çam û Sakûrayê ên ku ji lehîyê tesîrdar bûne jî xizmet berdewam dikin.

Di encama lehîyê de Yildiz Yurtsevena ku di Ceddeya Mewlana Celalettînî Rûmî ya li Taxa Başaka Başakşehîrê de rûdinê û Îraman Kebeya welatîya Gîneyê ku di Kolana Engîn a Taxa Atatirka Kuçukçekmeceyê de rûdinê canê xwe ji dest dane.” (ÎLKHA)