Sembola fetha Cizîrê

Cizîr di sala 639an de di fermandarîya Iyaz Bîn Xanem de bêyî ku herb û şer bê kirin hat fetihkirin… Piştî ku Cizîr bi Îslamê muşerref bû re sehabîyan dêr kirin mizgeft. Mizgefta mezin a ku heta roja me ya îro hatiye ji gelek alim û zanyaran re mazûvantî kir.

Ekleme: 05.09.2023 17:25:13 / Güncelleme: 05.09.2023 17:25:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dema ku sal 639an nîşan dida artêşên Îslamê Îran û Mezopotamya fetih kirin û fermandarê herêmê Îyaz Bîn Xanem  ber bi Cizîrê ve hat û gelê Cizîrê dawetî Îslamê kir.

Gelê Cizîrê ya ku berî niha him ji cîranên xwe û him jî ji tacirên ku ber bi Bexdayê ve diçûn û dihatin bihîstibûn Îslamê dînê edalet û paqijîyê ye û ji bo însanan xelasî ye bêyî ku bi Mislimanan re şer bikin Îslamê qebûl kirin.

Ji ber vê yekê çawa ku gelê Cizîrê Îslamê qebûl kir dêra li Cizîrê wek camî hat guhartin û ev camî bû camîya ewil a herêmê.

Îmam Xatibê camîyê Murat Denlî derbarê mijarê de destnîşan kir Mizgefta Mezin a Cizîrê ji mêj ve ji bo gelek tiştan hatiye bikaranîn.

Denlî di axavtina xwe de weha got, “Bi zikir, dia, quran û îbadetan gelek alimên mezin li vê mizgeftê perwerde bûn.  Ji ber ku ev der mekaneke dîrokî ye û him jî ji ber ku bi destê sehabîyan hatiye dîzaynkirin gelê Cizîrê qedr û qiymeteke mezin û zêde didin vê mizgeftê.  Berî niha mehra kesên ku dizewicîn li vê derê dihat birîn.  Dîsa ew kesên ku ji hecên vedigerîyan 3 rojan li vê mizgeftê radizan. Însan li vê derê dihatin ziyaretên wan. Ji xeynî vê yekê merasîmên mewlidê li vê derê dihatin tertîpkirin.”

Nivîskar û lêkolîner Abdulazîz Bîlge jî derbarê ehemmîyeta mizgefta dîrokî de balan kişand li ser wan alim û zanyarên ku ji vê mizgeftê derketine û got: “El Cezerîyê ku damezrînerê sîstema robotîk e li vê mizgeftê perwerdehî standiye.” (ÎLKHA)