Rageşîya Nîjer-Fransayê

Lamîneyê Serokê Hikûmeta Demkî ya Nîjerê  got ku ew leşkerên Fransayê yên li welat di rewşa neqanûnî de ne û divê Balyozê Fransayê yê li Nîjerê divê demildest terka nîjerê bike.

Ekleme: 05.09.2023 13:30:29 / Güncelleme: 05.09.2023 13:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rageşîya di navbera hikûmeta demkî ya Nîjerê û Fransaya îşxalker de berdewam dike. Serokê hikûmeta demkî yê Nîjerê Lamine Zeine li Nîameya paytext civîna çapemenîyê li dar xist.

Lamine Zeine di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser wan leşkerên Fransayê yên li welat û got ku ew leşkerên Fransayê yên li welat di rewşa neqanûnîyê de ne û îdareya leşkerî wê peymana derheqê vê yekê de fesih kiriye.

Serokwezîr Zeîne di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ji bo leşkerên Fransayê demildest û zû terka welat bikin hevdîtin berdewam dikin û got “Tiştê ku me eleqedar dike ger mimkûn be domandina hevkarîya bi Fransayê re ye.”

Serokwezîr Zeîne di daxuyanîya xwe de her wisa got ku Sylvain Itteyê Balyozê Fransayê yê li Nîjerê wek kesê ku li welat nayê xwestin hatiye îlankirin û divê ew demildest terka nîjerê bike. (ÎLKHA)