Li Hîndistanê di nav 2 seatan de 61 hezar brûsk ketin xwarê: 12 mirî

Li alîyên rojhilata wîlayeta Odîshaya Hîndistanê di nav 2 seatan de 61 hezar brûsk ketin xwarê, di encama ketina brûskan de 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.09.2023 11:25:33 / Güncelleme: 05.09.2023 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi tevî barana ku li wîlayetê tesîrdar bû di nav 2 seatan de 61 hezar brûsk ketin xwarê, di encama ketina brûskan de 12 kesan canê xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Daîreya Meteorolojîya Hîndistanê (IMD), ji ber barînên tund li 7 herêman elerma zerê porteqalî, li herêmên dinê jî elerma zer da.

IMD diyar kir ku ew ê baranên tund heta roja Pêncşemê berdewam bikin, ew xelkê jî ji ber brûskan hişyar kir. (ÎLKHA)