Li Somalîyê li dijî El Şebabê operasyon: 43 mirî

Artêşa Somalîyê, destnîşan kir ku ew di encama operasyona ku li herêma Galgaduudê kirin de 43 endamê El Şebabê kuştine.

Ekleme: 05.09.2023 09:50:33 / Güncelleme: 05.09.2023 09:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Geştyarî, Çandî û Enformasyonê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku artêşa Somalîyê li herêma Galgaduudê li dijî El Şebabê operayonek lidarxistine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 43 endamên rêkxistinê hatine kuştin û gelek endam jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di operasyonê de 3 wesayît jî hatin îmhekirin û li herêma Şabellaya Navîn jî pêşîya êrîşeke dinê hat girtin. (ÎLKHA)