​Emîroglu: Divê welatên cîran ên Iraqê wek şiûra bira, hemdîn û hemnîjadê hereketê bikin

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.

Ekleme: 04.09.2023 17:35:32 / Güncelleme: 04.09.2023 17:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu di nirxandina xwe de derheqê meseleyên; pileya zemê, pirsgirêka qonit û kirêya zêde, heqaret û êrîşên li dijî pîrekên tesetûrî tên kirin û qerara “eraqê” ya Walîtîya Stenbolê de nirxandinan kir.

Bûyerên ku li Kerkûkê diqewimin

Emîroglu destnîşan kir bûyerên ku li Kerkûkê diqewimin ketîye rewaceke endîşeyê û weha got, “Divê ku hemû alîgiran li hember provokasyon û sorkirinên ku tên kirin di nav xwedî eqlê selîm, yekîtî û bi hev re de hereketê bikin. Divê ku ji çalakî û gotinên ku ev meseleyê ji krîzeke ku di bingeha wî de nîjadî heye û cudahîyê dike re dûr bê ketin. Divê xayeya esas ev e ji bona ku Kurd, Tirk û Ereb di nav hizûr, yekîtî û ewlehîyê de bijîn îmkan bê çêkirin, ji nêzbûna wek mezhebî/nîjadî yê ku ji ev yekîtîyê re zerarê bide re prîm neyê dayîn. Sorkirina ti sazîyeke nîjadî an jî mezhebî ji bo yê dinê ew ê ji ti alîyekî re feydeya wê tinebe, bileqs ew ê ji pêvajoyeke ku hemû alî pê zerarê bidînin an jî ji xerabûnên ku pêşîya wê nayê girtin re derî bê vekirin.”

Emîroglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Divê hemû alîyan ji mafên xwe yên makeqanûnî re hurmetê nîşan bidin û ji van mafan re jî rîayetê bikin. Divê welatên cîran ê Iraqê jî ji pozîsyonên ku herêmê bike nav bêîstîqrarîyê û pevçûnê dûr bikevin. Xeyn ji vana divê Tirkîye jî, bi tenê yê Tirkmenan na, bi yê Kurd û Erebên li herêmê jî bi zimanekî hemûgir û hemêzkirinê wek şiûra bira, hemdîn û hemnîjadê hereketê bike.”

Pevçûnên li Dêrezorê

Emîroglu bal kişand ku li Dêrezorê di navbera şûbeyên PKKê a li Sûrîyê û eşîrên Ereban de pevçûn hene dûre Emîroglu weha got, “PYDyê ku li herêmê qereqoltîya Emrîqayê dike, bi hal û hereketên xwe jîyana xelkê herêmê yê ku 11 sal e ji ber herba navxweyî, bi pirsgirêkên birçîbûnî û yên dinê re micadeleyê dikin zêdetir zor û zehmet dike û ji pevçûnan re rê vedike. Ji ber vê yekê ji bona sîvîlên ku di bin esareta PYDê de dijîn zerarê nebînin û pevçûnên ku hene negihêjin pileyeke nîjadî hessasîyetên hewce bê nîşandan.”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “PYDyê milê PKKê yê Sûrîyê, li cîhên ku hakimîyetê dike bi hezaran mirovên ku ji wan re muxalifin kuştîye, hefs kirîye û sirgûn kirîye. Divê li herêma ku ji destê PYDê hatine girtin re vegerîna mirovên ku ji cîhê xwe bûne re îmkan bên kirin û sazîya demografîk a herêmê bê parastin. Divê ku ev pêvajo ji pêşbirkeke hakimîyetê a ku pişta xwe dide nîjadîyê re neyê vegerandin. Bi Kurdê wî, bi Erebê wî qeweta xelkê Sûrîyê nemaye ku herbekî dinê jî rabike. Divê ji bo welata ku ji hêzên navneteweyî re bûye herêkemî rîngê, bi lez û bez çareserîyek bê dîtin. Bi makeqanûneke hemûgir û birevebertîyê divê welat ji nû ve bê rakirin.” (ÎLKHA)