Bernameya hînbûna mektebê îro dest pê dike

Ji bo xwendekarên berîya dibistanê, dibistana ewil, dibistana navîn û lîseyê di berîya sala perwerdehîya 2023-2024an a ku di 1ê Îlonê de dest pê dike bernameya hînbûna mektebê ya di hemû sinif û merhaleyan de îro dest pê dike.

Ekleme: 04.09.2023 10:09:50 / Güncelleme: 04.09.2023 10:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di çarçoveya bernameya hînbûna dibistanê de ew ê xwendekarên berîya dibistanê, dibistana ewil a sinifa 1em û sinifa 9em a lîseyê di 4-8ê Îlonê de beşdarî bernameya hînbûna dibistanê bibin.

Bernameyên rêbertîya ku ew ê ji xwendekarên ku derbasî sinifa 5emîn bûne û malbatên wan re bên kirin jî di 11-15ê Îlonê de wê bê lidarxistin.

Ew ê ji welîyên xwendekaran re pêşkêşîya dibistanê a di çarçoveya hînbûnê de di 11ê Îlonê de wê bê kirin, roja duyemîn ew ê ji malbat û zarokan re hindir û derveyê dibistanê bê naskirin, 3 rojên dinê jî ew ê di çarçoveya rêbertîyê de ji zarokan re leyîstokan bên leyîstin.

Ew ê xwendekarên sinifa 9em û malbatên wan jî di vê hefteyê de ji wan re derheqê dibistanê de agahî bê dayîn. (ÎLKHA)