Li Semsunê ji ber barana zêde xanî û dikan di bin avê de man

Li Semsunê ji ber barana ku bi şev dest pê kir kuçe û kolan di bin avê de man, gelek xanî û dikan di bin avê de man.

Ekleme: 03.09.2023 13:40:05 / Güncelleme: 03.09.2023 13:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî hişyariyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê û AFADê Semsuna ku barana zêde lê bi bandor bû, teslîmê lehiyê bû.

Ji ber barana zêde ku bi bandor bû li hinek bûlwar û kolanên bajêr lehî rabû. Kolan, rê, xanî, kargeh, jêrpas û park di bin avê de man.

Welatiyan ji ber ku mal û kargehên wan di bin avê de mabûn zehmetî kişandin. Hat dîtin ku şofêrên di trafîkê de di lehiyê de mabûn di pêşdeçûnê de zehmetî kişandin. (ÎLKHA)