Li Dêrezorê di navbera eşîrên ereb û PKK/YPGê de pevçûn berdewam dikin

Li herêma di bin kontrola PKK/YPGê ya li bajara Dêrezorê ya li Kurdistana Rojavayê de pevçûnên di navbera rêkxistin û eşîrên ereban da berdewam dikin, hat diyarkirin ku eşîrên ereban bi tevahî 24 gund ji PKK/YPGyê paqij kirin.

Ekleme: 03.09.2023 11:55:31 / Güncelleme: 03.09.2023 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pevçûnên ku hat diyarkirin piştî ku Serokê Koma Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Habîl ji aliyê PKK/YPGê ve hat desteserkirin dest pê kir bi beşdariya hinek eşîrên ereban zêde bû.

Di encama pevçûnên dijwar ên di navbera eşîrên Ereb ên van du rojên dawî de, Şîfe, Îzbe, Hecîn, El Behra, Giranic, Ebû Hemam, Ebû Hardûb, El Curzî Sarkî, El Curzî Garbî, Suveyden, Direnc, El Şînan, El He hatin paqijkirin. Gundên Tayyene, Ziyben, Havayic Ziyben, Şıhyel Şarki, Şıhyel Garbi, Alrz, el Hassan, el Basira, Cideydit Bakkar, Hireyize, Berşem û Sabha yên ji PKK/YPGê derketine.

Şer û pevçûnên di navbera eşîrên ereb û PKK/YPGê de li herêmên rojhilat û başûrê rojhilatê Dêrezorê yên li ser Çemê Firatê berdewam dikin.

Her wiha hat ragihandin ku ji bajarên Hesekê û Reqa yên di bin îşxala PKK/YPGê de ne, ji bo herêmên bi nakok ên li Dêrezorê teqwîye hatin şandin.

Hemû xelkê Dêrezorê Ereb in. (ÎLKHA)