Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr beşdarî merasîma cenazeyê Ozelçî bû

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr beşdarî merasîma cenazeyê Serokê bajara Karamanê yê partiya xwe Halîs Ozelçî bû.

Ekleme: 03.09.2023 11:45:32 / Güncelleme: 03.09.2023 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê bajara Karamanê ya HUDA PARê Halîs Ozelçîyê ku piştî emeliyata dil rehmet kir, piştî merasîma cenazêyê hat definkirin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Enrabê Şehzade Demîr, Serokê Bajara Enqereyê yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan, Serokê Bajara Qonyayê Mehmet Zülfi Tan û endamên partiyê beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî nimêja cenaze, Ozelçî li Goristana Kagicilar a Qonyayê hat definkirin.

Serokê Bajara Karamanê ya HUDA PARê Ozelçî piştî emeliyata dil 4 roj berê şiyar nebû û rakirin beşa lênihêrîna giran. Tevî hemû mudaxeleyan jî Ozelçî pêr li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)