7 wesayît li hev qelibîn: 3 mirî 50 birîndar

Li navçeya Pamukkale ya Denîzliyê di encama qezaya ku otobusek bi mînîbûs û wesayiteke sivik a ticaretê re li hev qelibîn de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.09.2023 10:55:29 / Güncelleme: 03.09.2023 10:55:29 / Xeberen Kurdi / Denizli Haberleri
Destek için 

Li gorî agahiyên ewil li Pamukkaleya Denîzliyê di qezaya trafîkê ya zincîrî ya ku otobus, mînîbus û 5 wesayîtên cuda tê da bûn 3 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Qeza di derdora seat 20.45an de li nêzî Rêbeja Denîzlî-Antalyayê ya Cankurtaran pêk hat.

Li gor agahiyên ewil di qezaya trafîkê ya zincîra ku otobus, mînîbusa navçeyê û 5 wesayitên cuda yên ku ji gera Muglayê vedigeriyan navçeya Sandikliya Afyonê, 3 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Otobus ji ber tesîra qezayê ji kontrolê derket û wergeriya.

Sê kesên di wesayîtê de bûn hatin kuştin.

Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin kirin. (ÎLKHA)