Li Denîzlîyê qeza:6 kesan can dan û 43 kes jî birîndar bûn

Di encama qezaya ku li Denîzlîyê pêk hat de  6 kes canê xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.09.2023 10:55:29 / Güncelleme: 02.09.2023 10:55:29 / Xeberen Kurdi / Denizli Haberleri
Destek için 

Qeza serê sibê di saet 5an de li navçeya Honazê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Denîzlîyê tira ku ji qontrolê derket li otobusê qelibî.

Bi şîddeta qezayê re tir û otobus gindirîn kendalê.

Gelek ekîbên sihetê û îtfayê sewqî cîhê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de 6 kesan can dan û 43 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku otobus ji bo dawetekê hatibû kira kirin. Lêpisîn dewam dike.(ÎLKHA)