Ji Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Ramanli ji Wezîrê Çavkanîyên Tabiî û Enerjîyê Bayraktarê re zîyaret

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Wezîrê Çavkanîyên Tabiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktarê di meqamê wî de zîyaret kir.

Ekleme: 01.09.2023 10:05:37 / Güncelleme: 01.09.2023 10:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, derheqê zîyaretê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weşanek parve kir.

Ramanli, di weşana xwe de weha got:

“Me Wezîrê Çavkanîyên Tabiî û Enerjîyê Birêz Alparslan Bayraktarê di meqamê wî de zîyaret kir.

Me bi wî re derheqê meseleyên qedandina lazimatîya enerjîya OSByan ku di merhaleya pojeyê de ye,

Kehnîyên ku cardin mirov dikare bikar bîne were rojevê,

Lezkirina pêvajoya desthilatdarîya Navenda Tedawî û Teşhîsa Penceşêrê de gotûbejan kir.

Ez ji Birêz Wezîrê me û Ekîba wî re ji ber eleqe û hesasîyetên wan ji wan re teşekur dikim.” (ÎLKHA)