Li Wanê di nav malekî de 31 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li navçeya Îpekyolîya Wanê di nav malekî de 31 kîlo eroîn hat bidestxistin, kesekî jî hat girtin.

Ekleme: 31.08.2023 10:30:32 / Güncelleme: 31.08.2023 10:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref polêsê Wanê ve li navçeya Îpekyolîyê ji malekî re operasyonek hat lidarxistin. Di lêgerîna ku di nav malê de hat kirin de 31 kîlo eroîn hat bidestxistin. Şikdarê ku derheqê bûyerê de hat binçavkirin jî piştî karên wî yên li ewlehîyê ji teref dadgehê ve hat girtin. (ÎLKHA)