Li Gabonê darbeya leşkerî

Li Gabona ku welatê Afrîkaya Navîn e komek rayedarên leşkerî bi daxuyanîya ku belav kirin destnîşan kirin ew dest danîne li ser îdareyê.

Ekleme: 30.08.2023 11:10:04 / Güncelleme: 30.08.2023 11:10:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Efrîkayê xirecir û rageşî her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Gabona ku welatê Afrîkaya Navîn e komek rayedarên leşkerî bi daxuyanîya ku belav kirin destnîşan kirin ew dest danîne li ser îdareyê.

Tê diyarkirin piştî daxuyanîya dest danîna li ser îdareyê li Lîbrevîla paytextê welêt şer û pevçûn dest pê kirin.

Koma leşkeran ên ku dest danîn li ser îdareyê û darbe kirin di qanala bi navê Gabon 24 de destnîşan kir ew temamê hêzên ewlehî û parastinê temsîl dikin.(ÎLKHA)