Putîn ew ê beşdarî Lûtkeya Serokên G20ê nebe

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin wê nikaribe beşdarî Lûtkeya Lîderên G20an bibe ku îsal di bin serokatiya demkî ya Hindistanê de wê di navbera 9-10ê Îlonê de bê lidarxistin.

Ekleme: 29.08.2023 17:50:31 / Güncelleme: 29.08.2023 17:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin doh bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî yê ku îsal mazûvaniya Lûtkeya G20an dike re axivî.

Di hevdîtinê de Pûtîn diyar kir ku ew nikarin beşdarî Lûtkeya G20ê bibin û li şûna wî ew ê Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov tayîn bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Rûsyayê ve hat dayîn de sedema ku Pûtîn nebeşdarbûna Lûtkeya Lîderên G20ê nehat diyarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lîderan li ser hevkariya nêz a di navbera her du welatan de li hev kirin.

Di daxuyanîya ku ji Hindistanê hat dayîn de hat diyarkirin ku Modî ji biryara Pûtîn a ji bo beşdarnebûna lûtkeyê fêm kiriye û her du serok li ser mijarên hevpar ên herêmî û gerdûnî axivîn.

Lûtkeya Lîderên G20 ku bi mazûvaniya Hindistanê wê di navbera 9-10ê Îlonê de bê lidarxistin.

Pûtîn jî bi hinceta biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) di çarçoveya lêpirsîna sûcên şer de, di 24ê Tebaxê de li Johannesburg a Afrîkaya Başûr bi rêya video konferansê beşdarî civîna BRICS bû. (ÎLKHA)