Yapicioglu: Di pêşîya perwerdehîya zimanê dayîkê de astengîyên qanûnî û makeqanûnî hene

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li navçeya Qosera Mêrdînê derheqê rojevê de nirxandinan kir, di nirxandina xwe de derheqê hilbijartinên mehellî, tayînkirina qeyyimê û perwerdehîya bi zimanê dayîkê de balan kişand.

Ekleme: 29.08.2023 12:05:32 / Güncelleme: 29.08.2023 12:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlamenterê Stenbolê û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo hinek zîyaretan çû navçeya Qosera Mêrdînê, di zîyaretên xwe de derheqê rojevê de nirxandinan kir.

“Em ji hilbijartina mehellî re wek ku em bi navê xwe bikevin hazirîyê dikin”

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Em ji hilbijartina mehellî re wek ku bi navê xwe bikevinê hazirîyê dikin. Feqet ev nayê vê meneyê ku ‘Mitleqe em ê bi tena serê xwe bikevin, an jî bêtifaqeqî wê bikevinê’ şert çi dibin bira bibin dibe ku em bi tifaqê jî bikevin hilbijartinê, yanê dibe ku em tifaqeqî bikin. Şekl û çarçoveya tifaqê çi dibe bira bibe, tenê di hinek cîhan de an jî di giştîyê welat de be ew ê vê tiştê wext û şert nîşan bidin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Hilbijartina parlamenterîyê hatin kirin. Ger ku ti pitsgirêkek çênebe ew ê hilbijartina dinê jî 5 sal paşê wê bê lidarxistin. Nirxandina ku wekî ku hilbijartin 3-4 meh paşê cardin wê bê lidarxistin ji civakê re tiştekî nade qezenckirin. Nîşandayîna xeletîyên îqtîdarê û di cîhê wan xeletîyên de nîşandayîna rêya rast ji miletê re xizmetekî ye. Xizmet tenê ku mirov di desthilatdarîyê de be nayê kirin, mirov di muxalefetê de be jî dikare ji miletê re xizmetê bike.”

“Bi tayînkirina qeyiman de bêpasîfîzekirina Meclîsa Şaredarîyê ne rast e”

Yapicioglu ji pirsa tayînkirina qeyiman de jî weha got, “Kesekî ji ber firka wî ya sîyasî divê neyê hedefgirtin, lê kesekî jî ji ber ku nasnameya wî ya sîyasî heye heqê kirina sûcê jî di xwe de nebîne. Ger ku wê kesê sûcekî bike bedêla wî jî heye. Kê ku sûcê bikarbîne ew ê cezaya wê sûcê were wî bibîne. Ger mirovekî ku bi hilbijartinê hatibe desthilatdarîyê û sûcekî kiribe û mayîna wî ya di wê meqamê de ew ê ji zerarên mezin re rê vebike û ji ber vê yekê li hember vêya tedbîr bê girtin em vê tiştê fêhm dikin. Lê di qanûnê de tiştekî weha hebû. Ger ku Serokê Şaredarîyê ji ber sûcekî ji wê wezîfeyê bê girtin meclîsa şaredarîyê jî ew ê di navbera xwe de yekî dinê wek wekîl dibijart û heta ku serokekî nû bihata bijartin ev tişt ewakî berdewam dikir. Niha ji teref hikûmeta navendî ve tayîn tê kirin. Ji şaredarîyên bajarê re ji teref Wezîrê Karên Hindir ve, ji şaredarîyên navçe re jî ji teref Walîtîyê ve tayîn tên kirin. Em jî dibêjin ku bêpasîfîzekirina Meclîsa Şaredarîyê ne rast e. Feqet em binê vê tiştê jî xêz bikin, berê jî ji şaredarîyan re tayînkirina qeyimê hebû. Berê qeyimên Qendîlê şaredarîyan îdare dikir, niha jî qeyimên ku ji teref Enqereyê ve hatine tayînkirin şaredarîyê îdare dikin. Tiştê ku çêdibe bi rastî veguhertina qeyimê ye. Divê ku em vê rastîyê bîrva nekin.”

“Di pêşîya perwerdehîya zimanê dayîkê de astengîyên qanûnî û makeqanûnî hene”

Yapiciogluyê ku diyar kir derheqê perwerdehîyê de hem Qanûna Esas a Perwerdehîya Neteweyî hem jî di Makeqanûnê de astengî hene û dûre weha got, “Li gorî Makeqanûnê ji welatîyên Komarîya Tirkîyeyê re xeyn ji zimanê Tirkî ti zimanek wek zimanê dayîkê nayê hînkirin. Hem li gorî Makeqanûnê hem jî li gorî qanûnên Perwerdehîyê zimanê perwerdehîya Tirkîye bi zimanî Tirkîye. Heta ku van qanûnan hebin pêşîya hînkirina zimanê dayîkê a ti zimanekî ne vekirîye. Em dibêjin ku di nav welatekî de welatîyên ku bi zimanên cuda xeber didin û di nav hev de dijîn di ber hînkirina zimanê wê yê dayîkê de ti astengîyekî makeqanûnî û qanûnî bira tinebe û ger ku di vî warî de astengî hebin bira wan astengîyan jî bên rakirin. Perwerdehîya bi zimanê dayîkê jî di nav vêya de ye. Divê ku Tirkîye ji Makeqanûna Cûntayê xelas bibe. Dema ku vê makeqanûnê bê rastkirin ew ê van hisûsan jî wê bên nîqaşkirin û axavtin. Dibe ku hemû kesan li gorî xwe daxwazîyan bikin, dibe ku hemû kesan li gorî wan xetên wan ên sor hebin lê dema ku van xetên sor di ser maseyê de bin partîyên sîyasî nikarin werin cem hev û wê nikaribin van meseleyan nîqaş bikin. Bira xeta sor yên hemû kesan di berîka wan de bin. Em bi hev re li ser maseyekî bê şertên pêşî bicivin, em karibin nîqaşkirina makeqanûneke nû wê çawa bê kirin biaxivin. Ev mimkin e. Helbet di her meseleyan de tiştên ku partîyên sîyasî dixwazin bi temamî neyê kirin, ti kes nikare makeqanûnekî binivisîne û bîne bibêje ev makeqanûna min e û hûnê li gorî vêya hereketê bikin. Ger ku tiştekî ewakî bibêje ew ê ev makeqanûna cûntayê berdewam bike û ew ê bi vê şeklê welat dîsa bê îdarekirin.” (ÎLKHA)