Rûsya, mirina serokê Wagnerê Prîgojîn rast kir

Komîteya tehqîqata Rûsyayê, daxuyand ku di qezaya balafira li herêma Tverê de Damezrînerê Wagnerê Yevgeny Prigozhin mir.

Ekleme: 27.08.2023 16:15:08 / Güncelleme: 27.08.2023 16:15:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya tehqîqata Rûsyayê ve hat belavkirin, piştî qezaya balafira taybet tetkîkên genetîk a molekulerê temam bûn.

Di encama lêkolînên ku hatin kirin de nasnameyên mirîyan hat eşkerekirin û di navbera wan de Yevgeny Prigozhin jî heye.

Balafira taybet yê ku bi tevî Damezrînerê Wagnerê Yevgeny Prigozhinê 10 kesan tê de bûn, di 23ê Tebaxê de li herêma Tverê ketibû xwarê. (ÎLKHA)