Li Xezzeya ku di bin dorpêçê de ye 625 hezar xwendekar dest bi dibistanê kir

Li Xezzeyê, 625 hezar xwendekar bi destpêkirina perwerdehî û hînkirina sala 2023-2024an di dibistanên ku girêdayê hikumeta Filistîn û Rêkxistina Xebat û Alîkarîya Filistîn ya Neteweyên Yekbûyî ne (UNRWA) de dest bi perwerdehîyê kirin.

Ekleme: 27.08.2023 15:50:33 / Güncelleme: 27.08.2023 15:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên fermî, li Xezzeya ku bi tevahî 803 dibistan hene, di 448 dibistanên hikumetê de 305 hezar xwendekar dixweyînin, di 228 hezar dibistanên UNRWAyê de 300 hezar, di 67 dibistanê taybet de jî 21 hezar xwendekar perwerdehîyê dibînin.

Di dibistanên Xezze yê ku çend sal e rejima îşxalker ji her alîyê dorpêç kirîye de 22 hezar mamosteyên zilam û pîrek wezîfe dikin. Ji xwendekaran 12 hezarê wan di dibistanên hikumetê de, 9 hezar û 300ên wan di dibistanên UNRWAyê de dixebitin. Di dibistanên perwerdehîyê de jî 1300 mamoste wezîfe dikin.

Hat destnîşankirin ku hikumet ew ê îsal ji ber ku nifis zêde dibe û lazimatî heye 3 dibistanan lê bike. (ÎLKHA)