Ji wesayîtê re êrîşa çekdarî: 1 mirî 1 birîndar

Li navçeya Wêranşara Rihayê ji wesayîtê re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.

Ekleme: 27.08.2023 15:40:36 / Güncelleme: 27.08.2023 15:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Çarrêya Eyyûpnebîya li ser rêya Wêranşar-Rihayê pêk hat. Li gorî îddîayan, ji wesayîta ku bi rê ve diçû re ji teref mirov an jî mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve ji ber sedemeke ku nediyare êrîş hat lidarxistin.

H.A. yê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû, di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)