Êsîrên Filistînî di grêva birçîbûnîyê de ne

10 êsîrên Filistînî yên ku di zindanên rejima îşxalkeran de ne, ji bona miameleya xerab a îdareya girtîgehê û cezayên wan yê hefsê a îdarî protesto bikin dest bi grêva birçîbûnîyê kirin.

Ekleme: 27.08.2023 13:41:45 / Güncelleme: 27.08.2023 13:41:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku ji êsîran Sultan Xalûf û Qayîd El-Fesfus 24; Ûsame Degrug 20, Muhammed Teysîr Zekarîne, Enes Ahmed Kemîl, Abdurrahman Îyad Berraga û Zûhdî Talal Ubeydo 17 û Seyfeddîn Zîyab El-Amarîn jî 7 roj e dest bi grêvê kirine.

Hat ragihandin ku Hatim El-Kavasimeyê 42 salî û ji şênîyên wîlayeta El-Xelîlê ye 14 roj e di grêvê de ye û birayê wî Hazim El-Kavasimeyê ku di Girtîgeha Ramonê de tê girtin jî tê xwestin bira ji cem wî re bê neqilkirin.

Hat îfadekirin ku êsîr Mahir El-Ahrasê 54 salî jî ji roja ku hatîye êsîrgirtin heta îro dest bi grêvê kirîye û ji bona girtina xwe protestoyê dike.

Hat dîyarkirin ku ji girtîgehên dinê jî ji bona protestoyan dest bi çalakîyên berxwedanê kirine û 60ê wan jî dadgehên leşkerî ya îşxalkeran boyqot dikin.

Di zindanên îşxalkeran de ji 1200î zêdetir êsîr hene û ev reqam jî ji Întîfadaya El-Eqsayê heta niha hejmarê heta zêde ye.

Rejima îşxalkeran bi navê “girtina îdarî” dikare Filistînîyan 6 meh desteser bike, ger ku derheqê wan êsîran de qerara “ji ewlehîya îsraîlê re talûkeye” bê dayîn , hakimê îşxalkeran ev 6 mehê dikare heta 5 salan dirêj bike.

Pisporên Filistînî îfade dikin ku girtina îdarî, şekla herî xerab ya ku sîyonîstan ji Filistînîyan re dike ye. (ÎLKHA)