Li Efxenistanê mînîbûs ket nav çem: 6 mirî 3 birîndar

Li wîlayeta Bexlana Efxenistanê mînîbûsek ket nav çem, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.08.2023 12:35:33 / Güncelleme: 27.08.2023 12:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li gorî seatên Tirkîyê di derdorê seat 20.00an de li navçeya Banû Andraba wîlayeta Bexlanê pêk hat.

Li gorî medyaya welat mînîbûseke rêwîyan ji ber sedemeke nediyar ket nav çem.

Di encama qezayê de li gori diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)