Li gorî rapora ku ji teref Navenda Zanyarîya Filistînê ve hatîye amadekirin di nav 24 seatan de ji teref berxwedêrên Filistînî ve 12 çalakîyên berxwedanê hatine lidarxistin. Di çalakîya keviran de şênîyekî îşxalker birîndar bû.
Berwedêran li herêma Beyt Ela Ramallahê li dijî sîyonîstan bi çekan çalakîyek lidarxistin, li herêma Beytînayê jî bi keviran çalakîyan lidarxistin. Li herêmê cuda yên bajêr jî li dijî şênîyên Cihûyîyan bersiv hat dayîn.
Berxwedêrên ku li herêma Kefr Dana Cenînê çalakîyên çekdar lidarxistin, ji sîyonîstên îşxalkeran re bi keviran jî çalakîyan lidarxistin.
Li herêma Kusraya Nablusê jî ji êrîşên şênîyên îşxalkeran re bi keviran bersiv hat dayîn.
Dema ku ciwanên Filistînî li navçeya Tekoaya Beytullahîmê ji sîyonîstan re bersivê dan di navbera wan û sîyonîstan de pevçûn derket. (ÎLKHA)