Emrîqa: Serokê Wagnerê hat kuştin

Wezareta Parastin ya Emrîqayê, îddîa kir ku Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin “hatîye kuştin”.

Ekleme: 25.08.2023 11:25:33 / Güncelleme: 25.08.2023 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Parastin ya Emrîqayê Tuxgeneral Pat Ryde, di daxuyanîya ku derheqê mirina Prîgojînê de belav kir de diyar kir ku Emrîqa wisa difikire ku Prîgojîn hatîye kuştin û dûre weha got, “Nirxandinên me yên ewil a ku ji faktorên cuda pişt digre mihtemele ku ew hatîye kuştin.”

Ryde îfade kir ku, “derheqê avêtina fuzeyê de ti agahîyek di destê me de tineye.” Û derheqê di îhtîmala teqîna di nav balafirê de jî ti şîroveyek neda. (ÎLKHA)