Ji bo nîmeta avê ya Xwedê ji 10 salî zêdetire qurbanê didin

Li Êlihê gundîyan, ji 100 salî zêdetire ji bona nîmeta avê yê ku Xwedê dide û ji bona ku wê nîmetê ziwa nebe, ji ber nîşandayîna şikrê qurbanê didin.

Ekleme: 25.08.2023 10:50:35 / Güncelleme: 25.08.2023 10:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gundê Goxa navçeya Hezoya Êlihê, hema hema ji 100 salî zêdetire, ji bona ava ku diherike di meha Tebaxê de ‘qurbana şikrê’ serjêdikin.

Ji serjêkirina qurbana ku her roja pêncşema dawîn a meha Tebaxê tê serjêkirin re gelek mirovên ji bajar, navçe û gundên derdorê tênê hene.

Bernameya ‘şikra qurbanê’ yê ku wek cejnê tê kirin, kêf û mihebbeta di navbera xizan û gundîyan de jî gelek zêde dike.

Gundîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ku ew ji bona nîmeta avê ya Xwedê şikrên xwe nîşan didin.

Mixtarê gundê Goxê Mehmet On, got ku ew her sal di meha Tebaxê de ji bo ‘şikra avê’ qurbanan serjêdikin.

“Ji bona ku Xwedê avê daye em şikir dikin”

On diyar kir ku ew bi xêra avê her tiştên xwe dikarin bikin û dûre weha got, “Ev bû çend sale ji bapîrên me ji heta roja me di roja Pêncşema dawîn a meha Tebaxê de zîyaret tê kirin. Armanca ev zîyaretê ji bona avê ye. Şikirkirina ji bona Xwedê ye. Ji bona ku Xwedê avê daye me em jî ji wî re şikrê dikin. Ji ber vê yekê ye ku her malekî qurbanekî serjêdike û dide miletê. Ji Dîyarbekir, Bismil, Êlih û Qebilcewzê gelek mirov tênê li vê derê. Firingîyên me, genimên me heywanên me ji vê avê vedixin. Ev ava me ya vexwarinê ye. Şikir ji Xwedê re.”

“Ez ji hemû kesan re tewsîye dikim”

Mehmet Aksoyê ku diyar kir ew her sal ji Stenbolê tê li vê derê weha got, “Ez li Stenbolê rûdinêm. Bi xêra vê avê her sal roja pêncşemê li vê derê zîyaret çêdibe. Ev av ava çîyayan e. Weka bûzê ye. Cîheke gelek xweş e. Ez ji hemû kesan re tewsîye dikim.” (ÎLKHA)