Erdogan: “Haya me ji gazinan heye, em ê tiştê lazim bikin”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya ku beldarî bû de derheqê teqawîdbûyîyan de peyaman da.

Ekleme: 24.08.2023 16:50:33 / Güncelleme: 24.08.2023 16:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomar Erdogan derheqê wan gazinên ku ji teref kesên teqawîdbûyî ve tên kirin de weha got, “Haya me ji wan gazinên ku ji teref kesên teqawîdbûyî ve tên kirin heye û em ê heta dawîya salê gavên lazim bavêjin”

Serokomar û serokê giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna partîya xwe ya li navenda giştî de axivî.

Erdogan di axavtina xwe de balan kişand li ser gazinên ku ji teref kesên teqawîdbûyî ve tên kirin û got,

“Di warê meaşên kesên ku teqawîd bûne de gazin tên kirin. Haya me ji wan gazinên ku ji teref kesên teqawîdbûyî ve tên kirin heye û em ê heta dawîya salê gavên lazim bavêjin” (ÎLKHA)