Li Peruyê şewata daristanê: 2 mirî, 12 birîndar

Li herêma Apurimaca Peruyê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.08.2023 13:25:35 / Güncelleme: 24.08.2023 13:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewata ku li daristana nav bajara Amaraesê ku girêdayê herêma Apurimacya Peruyê derketibû didome.

Heta niha 200 hektar herêm şewitî, gelek heywan jî telef bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Operasyona Rewşa Lezgîn a Neteweyî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di şewatê de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan birîndar bûn, 2 kes jî hêj winda ne.

Midexeleya şewatê hêj didome. (ÎLKHA)