Wesayît û tir li hev qeliîn: 1 mirî 2 birîndar

Li Navçeya Sîlopîya Şirnexê, tir û wesayît li hev qelibîn. Di encama qezayê de wesayît bi metreyan kaş bû û kesekî canê xwe ji dest da, 2 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.08.2023 12:15:29 / Güncelleme: 24.08.2023 12:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li ser rêya gundê Girgundaya Sîlopîyê pêk hat.

Tira bi plaqeya 73 AAG 620 ya ku di bin îdareya V.A. de bû, ji paş ve li wesayîta bi plaqeya 51 ACN 131 de bû qelibî.

Tir, wesayîta ku lê xistibû 71 metre bi xwe re kaş kir û li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Şofêrê wesayîtê Cîdu Kîrun (76) û Paulus Salman, İliş Bektaş ên ku ji nav wesayîtê hat derxistin birîndar bûn.

Cîdu Kîrunê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku tedawîya birîndarên dinê hêj didome.

Ji bo ku otopsîya Cîru Kîrun bê kirin cenazeya wî ji Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê re hat rakirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)