Li Meksîkayê otobûs û tir li hev qelibîn: 16 mirî 36 birîndar

Li ser rêya mezin a ku li nêzê sînora wîlayeta Oaxaca ve Pueblaya Meksîkayê ye otobûsa ku koçber tê de bûn, bi tirê re li hev qelibîn. Di qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 36 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.08.2023 17:05:33 / Güncelleme: 23.08.2023 17:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên serê sibehê de li ser rêya Cuacnopalan-Oaxacaya wîlayeta Oaxaca ve Pueblaya Meksîkayê otobûsa ku koçber tê de bûn, li tirê qelibî.

Di qezaya ku pêk hat de, yek jê zarok 8 zilam û 8 pîrek canê xwe ji dest dan 36 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)