Li Hindistanê pira rêya trênê hilweşîya: 17 mirî

Li wîlayeta Mîzorama Hindistanê rêya trênê hilweşîya, di encama bûyerê de 17 karker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.08.2023 12:20:32 / Güncelleme: 23.08.2023 12:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li nêzê Aizawla paytexta Mîzoramê pêk hat.

Li gorî medyaya welat rêya trênê yê ku dihat çêkirin hilweşîya.

Di encama hilweşînê de 17 karker canê xwe ji dest dan, hat diyarkirin ku nêzê 40 karkeran hêna jî di bin kavilan de ne.

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)