Li Manîsayê qeza: 4 mirî 1 giran birîndar

Li navçeya Salîhlîya Manîsayê, wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî. Di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî giran birîndar bû. Hat hînbûn mirovê ku giran birîndar bûye Beytullah Sarîyê pêlewanê neteweyî ye.

Ekleme: 22.08.2023 16:50:32 / Güncelleme: 22.08.2023 16:50:32 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Qeza, li têketina Çarrêya Salîhlî Bulent Ecevîtê a li ser rêya Enqere-Îzmîrê pêk hat. Li gorî îddîayan; wesayîta bi plaqeya 45 K 0062 ya ku di bin îdareya Adem Yuce de bû û ji Salîhlîyê diçû Kulayê, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê ekîbên polês, tenduristî, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin. Di qezayê de şofêrê wesayîtê Adem Yuce û kurê wî Oktay Yuce û Hevalê wî Bekîr Sari kurê wî Burak Sari canê xwe ji dest dan.

Di qezayê de Beytullah Sari jî giran birîndar bû û hat hînbûn ku ew pêlewanê neteweyî ye.

Sari, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Bajêr a Manîsayê re hat sewqkirin. (ÎLKHA)