Bi sedan kew ji tebîatê re hatin berdan

Ji teref Midurtîya Şûbeya Sêrtê ya Parqên Neteweyî û Parastina Tebîatê ve 600 kew ji tebîatê re hatin berdan.

Ekleme: 22.08.2023 14:10:01 / Güncelleme: 22.08.2023 14:10:01 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Şûbeya Sêrtê ve hatîye belavkirin, hat destnîşankirin kewên ku ji teref Midurtîya Şûbeya Sêrtê ya Parqên Neteweyî û Parastina Tebîatê ve hatine hilberandin, di nav sînorên Parqa neteweyî ya Wadîyê Botanê de ji tebîatê re hatin berdan.

600 kewên ku di nav qefesan de hatin anîtin ji tebîatê re hatin berdan.

Di xebata ku bi armanca populasyona heywan û jîyana wehşî bê zêdekirin û dengeya jîyana ekolojîyê bê parastin tên kirin de hat destnîşankirin ku kew di micadeleya bi kêzik û qijnîkan de roleke mezin dileyîze. (ÎLKHA)