Wezareta Karên Derve, ji ber êrîşa li Quranê gazî sefîrên Danîmarka û Hollandê kir

Wezareta Karên Derve yê Tirkîye, ji ber êrîşên li Qurana Pîroz Karguzarê Balyozxaneya Enqere ya Danîmarkayê û Misteşar-Sefîrê Balyozxaneya Enqere ya Hollandê gazî wezaretê kir.

Ekleme: 22.08.2023 10:09:42 / Güncelleme: 22.08.2023 10:09:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên ku ji kehnîyên Wezareta Karên Derve hatine bidestxistin li ser berdewamkirina şewitandina Quranê a li ber Balyozxaneya Lahey û Balyozxaneya Kopenhag a Tirkîyê Karguzarê Balyozxaneya Enqere ya Danîmarkayê û Misteşar-Sefîrê Balyozxaneya Enqere ya Hollandê, gazî Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê hat kirin.

Ji karguzar û Misteşar-Sefîrê re acizîya ku ji van êrîşan tê hîskirin hat diyarkirin, bal hat kişandin ku ew van êrîşan bi qewet şermezar dikin û protesto dikin. (ÎLKHA)