Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê qezaya li Yozgatê de peyama şînê

Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Stenbolê Zekerîya Yapicioglu, derheqê qezaya ku li navçeya Sorguna Yozgatê pêk hat û 12 kesan canê xwe ji dest dan, 19 kesan jî birîndar bûn de peyama şînê belav kir.

Ekleme: 21.08.2023 15:30:29 / Güncelleme: 21.08.2023 15:30:29 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Yapicioglu li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî ji bo wefatîyan daxwazîya rehmê, ji birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir û ji bo malbatên wan jî sersaxîyê xest.

Di weşanê de Yapicioglu weha got, “Di qezaya xemgîn a ku li navçeya Sorgana Yozgatê pêk hat de ji bo birayên xwe yên ku wefat kirine ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo xizmên wan sersaxîyê dişînim û sebrê dixwazim, ji bo welatîyên me yên birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.” (ÎLKHA)