Wesayîta ji kontrolê derket li bendên betonê qelibî: 4 birîndar

Wesayîta ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji kontrola şofêrê xwe derket, li bendên betonê qelibî.

Ekleme: 21.08.2023 14:35:30 / Güncelleme: 21.08.2023 14:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di derdora seat 19.00an de li nuqteya kontrola trafîkê ya herêma pîşesazî ya Nisêbînê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku ji kontrola şofêr derket li bendên betonê qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin.

Birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê re hatin rakirin û polîsan jî derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)