Li El Xelîlê çalakîya berxwedanê: Yek mirî yek birîndar

Berxwedêrên Filistînî, li bajara El Xelîla Şerîaya Rojavayê bi çekan çalakîyek lidarxistin. Cihûyîyeke îşxalker hat kuştin şênîyekî jî birîndar bû.

Ekleme: 21.08.2023 14:05:29 / Güncelleme: 21.08.2023 14:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro di seatên serê sibehê de ji teref berxwedêrên Filistînî ve li dijî şênîyên Cihûyî yên îşxalkeran, li cîhê şênîyan a Kiryat Arbaya li bajara El Xelîlê bi çekan çalakîyek hat lidarxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin berxwedêrekî di nav wesayîta ku bi lez ve diçû de bi çekan gule reşand û di encama çalakîyê de pîrekek hat kuştin, yek jî bi giranî birîndar bû. (ÎLKHA)