Li Stenbolê 447 kîlo tiryak hat bidestxistin

Li navçeya Tuzlaya Stenbolê di encama operasyonê de 447 kîlo û 510 grem metamfetamîn hat bidestxistin, 5 kesan jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 21.08.2023 10:25:38 / Güncelleme: 21.08.2023 10:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midurtîya Ewlehîya Bajêr ya Stenbolê, di operasyona ku lidarxistin de 447 kîlo tiryaka bi av bidestxist. Yek jê biyanî 5 kesan jî binçav kir.

Di daxuyanîya Walîtîya Stenbolê de weha hat gotin:

“Ekîbên me yên Midurtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Narkotîkê, di 20ê Tebaxa 2023yan de li navçeya Tuzlayê li dijî wesayîtek û 2 tiran operasyon lidarxistîye. Di encama oeprasyonên ku hatin lidarxistin de 20 bîdon ên ku di nav de 447 kîlo û 510 grem metamfetamîna bi av hatîye bidestxistin. Di encama operasyonê de yek biyanî 5 kesan jî hatine binçavkirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.” (ÎLKHA)