Qeza, di derdorê seat 18.30yan de li Çarrêya Uçyola Qoser-Nisêbînê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya trafîkê a ku du wesayît li hev qelbîn pêk hat de yek jê zarok, 10 kesan birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê gelek ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê, zaroka qîzik a 8 salî ku ji ber sedema qezayê di wesayîtê de asê mabû xelas kir.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)