Ji Ukraynayê re êrîşa fuzeyî: 7 mirî 110 birîndar

Di êrîşa fuzeyî a ku li bajara Çernîgîva Ukraynayê hat kirin de 7 kes mirin, 110 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.08.2023 11:45:33 / Güncelleme: 20.08.2023 11:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hindir yê Ukraynayê, destnîşan kir fuzeya ku ji teref Rûsyayê ve hat avêtin li bajara Çernîvîgê ket û di encama wê êrîşê de herî kêm 7 kesan mirin, 110 kesan jî birîndar bûn.

Wezaret daxuyand ku di navbera birîndaran de 10 polês û 12 zarok jî hene.

Hat daxuyandin ku fuze li şanogeheke ku li li navenda bajarê ye ketîye.

Medyaya mehellî îfade kir ku di şanogehê de balafirên bê însan dihatin nîşandan. (ÎLKHA)