Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Mucahîd: Mihraqên îstîxbarî dixwazin ku ji Emîrtîyê re îftîrayê bikin

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, bal kişand îftîrayên ku derheqê fermandarê wan de hatine kirin, ji teref mihraqên îstîxbaratê ve hatîye amadekirin.

Ekleme: 20.08.2023 10:30:39 / Güncelleme: 20.08.2023 10:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîd, ji îftîrayên ku derheqê fermandarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de li ser “ji rê derketîya cinsî” bersivê da.

Mucahîd, di bersiva xwe de got vîdeoya ku li ser medyaya civakî hatîye belavkirin û tê gotin ku ew aîdê fermanderekî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanêye derewand.

Mucahîd di bersiva xwe de weha got:

“Bûyera ku di vîdeoyê de ye, derheqê mirovekî yê ku li herêma Çamana wîlayeta Belucistana Pakistanê de ye, ti eleqeya wî bi Emîrtîya Îslamî re tuneye.

Mihraqên îstîxbarî, bi amûrên medyayê ên ku kirê kirine li dijî Emîrtîya Îslamî propagandayê dikin, ji rayedar û xelkê Emîrtîya Îslamî re îftîrayan dikin.” (ÎLKHA)